NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO QIRÊJÎYA DERDORA ÇEMÊ DÎCLE Û BAXÇEYÊN HEWSELÊ HIŞYARÎ!

Derbarê zêdebûna qirêjîya jîngehê ya li Çemê Dîcle û Baxçeyên Hewselê hişyarî hat dayîn.

JI BO QIRÊJÎYA DERDORA ÇEMÊ DÎCLE Û BAXÇEYÊN HEWSELÊ HIŞYARÎ!

Derbarê zêdebûna qirêjîya jîngehê ya li Çemê Dîcle û Baxçeyên Hewselê hişyarî hat dayîn.

Li Amedê li qeraxa Çemê Dîcle û Baxçeyên Hevselê yên ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCOyê de ye û piştê hewa germ bûye gelê herêmê li wir têne seyranê dikin, çopa ku tê avêtin jîyana hemû rihberên jîngehê dixe xetereyê.

Serokê Beşa Bîyolojîyê ya Fakulteya Zanistê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Ahmet Kiliç, derbarê mijarê de got ku bermayên plastîk ên piştê seyranê tên hiştin bandoreke cidî li qadên jîyanê yên zindîyan dike.

Kiliç her wiha got, “Îro her çopê ku tê avêtin xwezayê, li me vedigere. Ev çop bandorên neyînî yên pir cidî li ser zêdebûn û xwarina gîyandarên zindî û kalîteya avê dike. Helbet erka hemû welatîyan heye. Divê em xwedî lê derkevin. Ji bo ku xweza bi wan gemarî nebe divê em bermahîyên wiha kom bikin û bavêjin qutîyê çopê. Ez difikirim ku pirranîya gelê me ji xwezayê re rêzdar û jê re hesas e."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.