GÜNDEM

JI BO TEDBÎRA LI DIJÎ HIŞKESALÎYÊ DIBE KU TESÎSÊN ŞUŞTINA XALÎÇEYAN ÇEN ROJAN BÊN GIRTIN

Hat dîyarkirin ku li Amedê, ji bilî hin biryarên qedexeya bikaranîna avê ku ji bo tedbîra li dijî hişkesalîyê, dibe ku tesîsên şuştina xalîçeyan ji bo çend rojan bên girtin.

Midûrîyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) di vê heyama guherîna avhewayê ya dawî de ji bo li dijî hişkesalîyê bê parastin, wê hin qedexeyên serfkirina avê yên nû têxin rewacê. Heta 31ê tebaxê, şuştina pêşîya mal û dikjan û peyarê bi xortomê qedexe ye. Li kesên ku li gor qedexeyê tevnegerin wê hzear û 295 lîre cezayê îdarî bê birîn. Hate dîyarkirin ku di vê heyamê de ku vexwarina avê zêde dibe, dibe ku li tesîsên şuştina xalîçeyan, ji bo çend rojan şuştina xalîçeyan bên qedexekirin.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, dîyar kir ku ji ber germahîya hewayê serkirina avê du qat zêde bûye û xwest çanda bikaranîna avê bê guhertin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.