GÜNDEM

JI BO XAÇERÊYA HER ROJ QEZA LÊ DIQEWIME BANGA ÇARESERÎYÊ!

Li ser Kolanê Firatê ya Kayapinarê li xaçerêya ku her roj qeza lê çêdibin, hat dîyarkirin ku esnafên derdorê mexdûr dike û xetereya jîyanê pêk tîne.

Li xaçerêya ku Kolanê Firatê û Kolanê Abdulkadîr Aksû yên navçeya Kayapinara Amedê dighêjîne hev, bi taybetî bi şev gelek caran qezayên trafîkê lê diqewimin.

Di encama qezayê de kargehên derdora xaçerê jî bi dehan caran zirar dibînin. Hat dîyarkirin ku dema ku siware qeza dikin, perçeyên ku jê dipekin xisarê dide dikanên derdorê û jîyana hemwelatîyan dixe xetereyê.

Esnaf û welatîyan, dîyar kirin ku ewlehîya canê wan tune ye û bang li rayedaran kirin ku vê pirsgirêkê çareser bikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.