NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO XWENDEKAR Û MAMOSTEYÊN LGS'Ê ÇÛNÛHATINA GIŞTÎ BÊ PERE BE

Ji bo xwendekar û mamosteyên ku wê Ezmûna Pergala Têketinê ya Dibistana Bilind (LGS) ya ku wê dawîya hefteyê li Amedê bê kirin, wê çûnûhatina giştî bêpere be.

JI BO XWENDEKAR Û MAMOSTEYÊN LGS'Ê ÇÛNÛHATINA GIŞTÎ BÊ PERE BE

Ji bo xwendekar û mamosteyên ku wê Ezmûna Pergala Têketinê ya Dibistana Bilind (LGS) ya ku wê dawîya hefteyê li Amedê bê kirin, wê çûnûhatina giştî bêpere be. Ezmûna LGS’yê ya ku ji alîyê Wezareta Perwerdehîya Neteweyî (MEB) ve ji bo xwendekarên pola 8’emîn tê kirin, wê roja Yekşemê li 17 hezar û 915 dibistanan bê kirin. Di roja ezmûnê de ji bo xwendekar û mamosteyên ku belgeyên ketina ezmûnê an jî belgeyên fermî nîşan bidin, wê 2 saet berîya ezmûnê û 2 saet piştê ezmûnê çûnûhatin bê pere be. Amed Radyo Tv, ji bo hemû xwendekarên ku wê bikevin ezmûnê serkeftinê dixwaze.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.