NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BO YÊN CARA PÊŞÎN LI ZANÎNGEHÊ QEYD BÛNE PIŞTGIRÎYA 2500 TL

Walîyê Amed û Qeyumê Şaredarîy Bajarê Mezin Alî Îhsan Sû ragihand ku xwendevanên li navend û navçeyên Amedê ku îsal cara pêşîn qeyda xwe li zanîngehê çêkirine wê ji bo wan 2500 TL piştgirî bê dayîn.

Şaredarîya Mezin a Amedê ji bo piştgirîya ciwanên ku zanîngehê qezenc kirine bike ‘Projeya Piştgirîdayîna Xwendevanên ku nû Zanîngehê qezenc kirine’ amade kir. Di çarçoveya vê projeyê de ku wê ji alîyê Serokatîya Daîreyê ya Xizmetê ya Civakî bê birêvebirin hat destnîşankirin ku ji bo ciwanên ku temenê wan ji 30’ê biçûktirin, di serdema payîzê de 1250 TL, di serdema biharê de jî 1250 TL, bi tevahî wê 2500 TL piştgirî bê dayîn. Xwendevan wê li ser lînka ku li rûpela Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ye bi hejmara xwe ya T.C. û agahîyên wek nav û paşnavê serlêdan bikin. Hat dîyarkirin ku serlêdan 21’ê îlonê de dest pê kir û heta 3’yê cotmehê wê serlêdan bidome. Hat dîyarkirin ku piştê nirxandina belgeyên serlêdanan wê piştgirî li hesabên bankayê yên ciwanan werin razandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.