GÜNDEM

JI GUHÊ ZAROKA 3 SALÎ 23 KURM Ê SAX HAT DERXISTIN

Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê zêdeyê 20 kurm ên sax ji guhê zaroka biçûk hatin derxistin.

JI GUHÊ ZAROKA 3 SALÎ 23 KURM Ê SAX HAT DERXISTIN

Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê zêdeyê 20 kurm ên sax ji guhê zaroka biçûk hatin derxistin.

Hat diyarkirin ku keça 3 salî ya ku anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê, di qanala guhê wê yê hela derve de kurm hebû.

Di emeliyata serketî ya ku ji aliyê Pisporê Nexweşiyên Guh, Poz û qirikê ve hat kirin de, 23 kurmên ku bi mîkroskopê de hatin tesbîtkirin hatin derxistin. Hat hînbûn ku rewşa keça 3 salî baş e.

Bijîşkan got ku bi gelemperî di mirovên li gundan dijîn û yên ku bi sewalkariyê re mijûl dibin re tê dîtin.

Bijîşka Pisporê Nexweşiyên Poz û Qirikê Gamze Ozturk Yilmaz, derbarê mijarê de wiha got, “Me bi mîkroskopê, 23 kurmên sax ji guhê wê  derxistin. Piştê şuştina kanala guhê wê ya hêla derve, em bi rêbaza Antîbiyoterapî ji nêz ve dişopînin. Nexweşê me hinekî dereng anîn. Nexweşê me niha baş e û em her 2 rojan carekê çavdêriya wê dikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.