NÛÇEYÊN KURDÎ

JI HARVARD, STANFORD Û 7 ZANÎNGEHAN JI KAREN RE QEBÛLA BI BÛRS

Xwendekara lîseyê Gul Karen Aça ya Amedî ji zanîngehên ku Harvard (harvırd) û Stanford (sıtenford) jî di nav wan da 9 zanîngehan qebûla bi bûrsa tam wergirt.

Gul Karen Aça ya 18 salî ku li Amedê li Lîseya Zanist û Teknolojîyê ya taybet perwerdeyê dibîne, du sal berê ji hêla însiyatîfa hevpar a Google (gugıl) û Oxford (oksford) "Rise for the World" (rayz for dı World) ve di nav 100 xwendekarên herî jêhatî yên cîhanê de cîh girtibû. Tîma Hemi Change (çenc) ku Karen jî di nav de ye, bi projeya hilberek alternatîf a plastîk ku hemîselûloz û glycerol bikar tîne, di pêşbirka domdarîya jîngehê ya ku ji hêla Weqfa Erdê ya Swîsre ve hatîye organîzekirin û 116 welatan hezar û 290 tîm ji beşdar bibûn de bûn bû yek ji wan 10 tîmên ku derketibûn fînalê. Karen bi projeya xwe bal kişand ser xwe. Karen ku bi projeya xwe bal kişand ser xwe. Karen dîyar kir ku ji hêla zanîngehên herî bi prestîj ên cîhanê ve hatîye qebûlkirin lê wê hêjî biryar nedaye ku kîjan zanîngehê hilbijêre.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.