NÛÇEYÊN KURDÎ

JI HDP'Ê DAXUYANÎYA 'ÇELENGA REŞ': POLÎSAN DIPARÊZIN

Di navbera kesên ku xwestin çelengên reş deynin li ber Navenda Giştî ya HDP’ê û rêveberên partîyê de rageşî derket.

JI HDP'Ê DAXUYANÎYA 'ÇELENGA REŞ': POLÎSAN DIPARÊZIN

Di navbera kesên ku xwestin çelengên reş deynin li ber Navenda Giştî ya HDP’ê û rêveberên partîyê de rageşî derket. HDP'yîyan destûr nedan ku çeleng li ber partîyê bên danîn. Bi mezinbûna bûyerê re, polîsan avahîya HDP'ê dorpêç kir. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran a ku xwest di derbarê bûyerê de daxuyanîyeke çapemenîyê bide, ji alîyê polîsan ve hat astengkirin. Di dema astengkirinê de midûrekî polîsan ji Başaran re got, "Dengê xwe dernexe, ez ê te bi dîwêr ve bixim." Piştê bûyerê HDP'ê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got: “Em ê ti carî destûrê nedin kesên ku di bin parastina polîsan de li ber partîya me provokasyonek mezin bikin. Têkoşîna HDP’ê îro jî weke duh bê provokasyon û astengî didome.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.