NÛÇEYÊN KURDÎ

JI HEDEP’Ê DERBARÊ SEYÎT RIZA Û RÊHEVALÊN WÎ DE PIRSNAME

Ji bo eşkerekirina gorên Seyît Riza û rêhevalên wî pirsnameyek pêşkeşê Meclîsê hat kirin.

JI HEDEP’Ê DERBARÊ SEYÎT RIZA Û RÊHEVALÊN WÎ DE PIRSNAME

Ji bo eşkerekirina gorên Seyît Riza û rêhevalên wî pirsnameyek pêşkeşê Meclîsê hat kirin.

Parlamentera Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (HEDEP) a Dêrsimê Ayten Kordu, derbarê eşkerekirina gorên Seyît Riza û rêhevalên wî yên 86 sal berê hatin darvekirin û çarenûsa keçên ku di dema bûyerên Dêrsimê yên 37-38an de ewladî hatibûn dayîn de ji bo ku Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz bibersive, pirs û pêşnîyarên lêkolînê pêşkeşê Meclîsê kir.

Parlamentera HEDEP’ê di pirsnameya xwe de wiha pirsî; “Çima doznameya ku derbarê qetilkirina Seyîd Riza û rêhevalên wî de ye bi raya giştî re nayê parvekirin? Piştê bûyerên Dêrsimê yên 37-38an çend keç ji malbatên xwe hatin veqetandin û ji bo ewladîyê hatin dayîn? Di arşîvên dewletê de qeydên fermî yên li ser zarokên keç ên ji bo ewladîyê hatine dayîn hene? Ji bo vegerandina navê Dêrsimê hûn ê xebatek bikin? Di sala 1937/38/39’an de li Dêrsimê çend welatîyên me jîyana xwe ji dest dan?”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.