NÛÇEYÊN KURDÎ

JI HEMÛ PARTÎYÊN SÎYASÎ YÊN TBMM’YÊ ÊRÎŞA ÎSRAÎL’Ê RE BERTEK!

Di daxuyanîya hevpar a ku li Meclisa Mezin a Tirkîyeyê hat weşandin de derbarê êrîşên Îsraîlê yên li dijî nexweşxaneyên li Gazeyê de wiha hat gotin

JI HEMÛ PARTÎYÊN SÎYASÎ YÊN TBMM’YÊ ÊRÎŞA ÎSRAÎL’Ê RE BERTEK!

Di daxuyanîya hevpar a ku li Meclisa Mezin a Tirkîyeyê hat weşandin de derbarê êrîşên Îsraîlê yên li dijî nexweşxaneyên li Gazeyê de wiha hat gotin:

"Em van êrîşên ku sûcên li dijî mirovahîyê ne, bi tundî şermezar dikin.

" Derbarê hedefgirtina nexweşxaneyên li Gazeyê ji alîyê Îsraîlê ve, bi îmzeya hemû partîyên sîyasî yên li TBMMê daxuyanîyeke hevpar hat dayîn.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku geşedanên li Filistîn û Îsraîlê ji nêz ve tên şopandin û wiha hat gotin, "Em gelekî xemgîn in ku di encama hedefgirtina nexweşxaneyên El Ehlî û El Mamedanî yên li Gazeyê de bi sedan Filistînî jîyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Em bi fikar in ku Îsraîl li dijî hiqûqa navneteweyî û hiqûqa însanî ya navneteweyî êrîşên xwe yên li dijî gelê Gazeyê zêde dike.

Em ji birayên xwe yên Filistînî yên ku di êrîşan de jîyana xwe ji dest dane re rehmê û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.

Weke hemû partî û parlementerên TBMMê, em bang li parlementoyên cîhanê, civaka navneteweyî û rêxistinên cîhanê dikin ku ji bo rawestandina vê hovîtîyê helwest û însîyatîfê nîşan bidin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.