NÛÇEYÊN KURDÎ

JI HERÊMA KURDÎSTANÊ SEWQÎYATA NEFTÊ JI NÛ VE DEST PÊ DIKE

Hat ragihandin ku sewqîyata neftê ya ji Herêma Kurdistana Federe heta dawîya hefteyê wê dîsa dest pê bike.

JI HERÊMA KURDÎSTANÊ SEWQÎYATA NEFTÊ JI NÛ VE DEST PÊ DIKE

Hat ragihandin ku sewqîyata neftê ya ji Herêma Kurdistana Federe heta dawîya hefteyê wê dîsa dest pê bike.

Cîgirê Serokê Komîsyona neft û Gazê Nehro Rewanduzî dîyar kir ku rawestandina şandina neftê zirareke mezin daye hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê û wiha got, “Ji ber ku rojane 500 hezar bermîl neft tê rawestandin. Li gor nirxê her bermîlek neftê, rojane 35 milyon dolar zirar çêdibe.” Li ser biryara Dadgeha Navdewletî di 25ê Adarê de şandina petrolê ji Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê ya Tirkîyê hatibû rawestandin. Do şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê çûbû Bexdayê û hevdîtin pêk anîbûn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.