NÛÇEYÊN KURDÎ

JI HERÊMA KURDISTANÊ JI BO ERDHÊJÊ ŞANDINA ALÎKARÎYÊ BERDEWAM E

Konvoya alîkariyê ya ku ji aliyê Weqfa Haci Îdrîs Sûrçî ve li Herêma Federal a Kurdistanê ji bo herêmên erdhejê hatiye amadekirin, gihîşt Tirkiyeyê.

Di kamyonên alîkariyê de betanî, nivîn, xwarin û vexwarinên pêwîst, û her wiha mamayên zarokan hene. Di dema ku 5 kamyon ber bi Semsûrê ve diçûn, kamyoneke din a alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê yên ku hatin Silopiyayê bên belavkirin, radestî Navenda Koordînasyona Erdhejê ya Walîtiya bajêr hatîye kirin. Rêveberê Giştî yê Weqfa Haci Îdrîs Surçî Dr. Fekrî Azerz Hemad, sersaxî ji Tirkiyê re xwest. Dilxwazê ​​Weqfa Haci Îdrîs Surçî ya Tirkiyeyê Şahîn Sulhan jî got, "Hevalên rayedar ji me re gotin ku wê alîkarî bigihêje 80 kamyonan."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.