NÛÇEYÊN KURDÎ

JI HEVDÎTINA KILIÇDAROGLÛ Û OZDAG ENCAM DERNEKET

Namzetê Serokkomarîyê Kemal Kiliçdaroglû li Navenda Giştî ya Partîya Zaferê bi Serokê Giştî yê Partîyê Ûmît Ozdag re hevdîtin kir.

JI HEVDÎTINA KILIÇDAROGLÛ Û OZDAG ENCAM DERNEKET

Namzetê Serokkomarîyê Kemal Kiliçdaroglû li Navenda Giştî ya Partîya Zaferê bi Serokê Giştî yê Partîyê Ûmît Ozdag re hevdîtin kir.

Ozdag piştê hevdîtinê daxuyanî da çapemenîyê û wiha got, “Em ê bi Lijneyên xwe yên Rayedar re bişêwirin. Em ê bi Sînan Ogan re jî hevdîtinê bikin û biryara xwe bi raya giştî re parve bikin.”

Ji alîyê din ve Kiliçdaroglû piştê hevdîtinê daxuyanî da û wiha got, "Me bi wan re hevdîtineke gelek baş pêk anî.

Em li ser pirsgirêkên Tirkîyeyê û pirsgirêkên cîhanê axivîn. Pêdivîya Tirkîyeyê bi demokrasîyê heye, pêwîstîya wê bi hevgirtinê heye, divê pirsgirêk bên çareser kirin.

Birêz Serok wê bi hevalên xwe re hevdîtinê bike. Em ê bi hevalên wî re hevdîtinê bikin. Me fikrên xwe bi berfirehî anî ziman."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.