NÛÇEYÊN KURDÎ

JI KAMPA CIBALÎYÊ RE ÊRÎŞA DUYEMÎN! HEJMARA MIRÎYAN ZÊDE DIBE

Artêşa Îsraîlê di nava 20 saetan de cara duyemîn Kampa Cibalîye ya Penaberan a li Gazeyê bombebaran kir.

JI KAMPA CIBALÎYÊ RE ÊRÎŞA DUYEMÎN! HEJMARA MIRÎYAN ZÊDE DIBE

Hat ragihandin ku di bomberana duyemîn a artêşa Îsraîlê ya li ser Kampa Penaberan a Cîbalîye ya li bakurê Gazeya dorpêçkirî de bi dehan kes mirin û birîndar bûn. Hamas ragihand ku hê jî gelek kes di bin xirbeyan de mane.

Hat dîyarkirin ku di nav kuştîyan de kesên ji alîyê Hamasê ve dîl hatine girtin jî hene.

Berdevkê Wezaretê Eşref El-Qudra li ser rûpela Facebookê ya Wezareta Tenduristîyê ya Gazeyê daxuyanîyeke nivîskî da û got, "Hejmara şehîd, birîndar û windayên di komkujîya Cibalîyê de 1000 e.

 Qudra di daxuyanîya xwe ya bi şev saet di 03:47 de zêdetir agahî neda.

Ji alîyê din ve Wezareta Tenduristîyê Filistînê ya li Gazeyê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de 8 hezar û 796 Filistînî ku 3 hezar û 648 jê zarok û 2 hezar û 290 jin in, hatine kuştin û 22 hezar û 219 kes jî birîndar bûne.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.