NÛÇEYÊN KURDÎ

JI KESK’Ê OZEV: BI PÊŞNÎYARA TURK-ÎŞ’Ê KIRÊ JÎ NAYE DAYÎN

Berîya zêdekirina mûçeya herî kêm nûnerên sendîkayan ku daxwaz û nêrînên xwe anîn ziman, gotin, “Bi heqê ku Turk-Îş pêşkêş dike, kirê jî nayê dayîn.” Yên ku di nava konfederasyonên sendîkayan de rêjeya bendewarîyê cara yekem eşkere kir Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirk (TUrk-Îş) Ergûn Atalay bû û divê herî kêm 7 hezar û 785 TL be.

Lê belê balkêşe ku Atalay vê mîqdarê wek "xeta sor" dibine. Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK) yê Stenbolê Huseyîn Ozev, bal kişand ser mîqdara ku ji alîyê Türk-Îş ve hatîye pêşnîyarkirin û wiha got: "Di şert û mercên îro de ev reqem gelekî kêm e û pê kirê jî nayê dayîn.” Ozev, dîyar kir ku nûnerên Komîsyona Tesbîtkirina Mûçeya Herî Kêm ji sazî û rêxistinên alîgirê hikûmetê pêk tên û dîyar kir ku di encama civîna ku wê bê lidarxistin de, tenê xizanî wê bê serê karkeran.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.