NÛÇEYÊN KURDÎ

JI KILIÇDAROGLU JI ERDOGAN’Ê RE: "TE HÊVÎYA XWE JI MILETÊ XWE QUT KIR, TU HEWL DIDÎ BI DENGÊN PENABERAN BIMÎNÎ?”

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, daxuyanîyên Serokomar Erdogan, ên di derbarê penaberên li welêt de rexne kir.

JI KILIÇDAROGLU JI ERDOGAN’Ê RE:

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, daxuyanîyên Serokomar Erdogan, ên di derbarê penaberên li welêt de rexne kir. Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku di Bernameya 32’yemîn ya Salvegera MUSÎAD’ê de daxuyanî dabû, Kiliçdaroglu kiribû hedef. Erdogan wiha gotîbû; "Em bi heman ferasetê vê rêyê didomînin. Em ê xwişk û birayên xwe yên piştê şerê li Sûrîyeyê penaberî welatê me bûn, biparêzin birêz Kemal. Hûn çi bibêjin jî em li wir in." Kiliçdaroglu jî bi nivîsa ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, bersiva Erdogan da. Kiliçdaroglû di derbarê mijarê de wiha got; “Te hêvîya xwe ji miletê xwe qut kiriye, tu hewl didî bi dengê penaberan bimînî Erdogan? Zû yan dereng, hûn ê werin hilbijartina ku hûn revîyan. Ji bo ku hûn xwe dispêrin dengên penaberan, ev gel ji we re hesabê xwe bipirsin. Roja piştê hilbijartinê wê ‘Plana Vegerê’ ya 2 salan dest pê bike. Ka em binerin kî berx e, kî beran e!”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.