NÛÇEYÊN KURDÎ

JI KOBÎ’YÊN HERÊMA ERDHÊJÊ RE FIRSENDA FÎNANSA NÛ

Li herêma erdhêjê ku Amed jî di nav de ye, wê firsendeke nû ya fînansekirina bêfaîz ji KOBÎ re bê dayîn.

JI KOBÎ’YÊN HERÊMA ERDHÊJÊ RE FIRSENDA FÎNANSA NÛ

 

 

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojîyê Mehmet Fatîh Kacir li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê "Projeya Piştevanîya Piştê Erdhêjê ya ji bo Karsazîyên Mîkro, Piçûk û Navîn" ku bi hevkarîya KOSGEB û Ajansa Hevkarîya Navneteweyî ya Japonyayê (JICA) hat tetbîqkirin, parve kir.

Wezîr Kacîr di parvekirina xwe de wiha got: "Em 4 milyar lîre firsendeke nû ya fînansekirinê ya 36 mehan, 24 mehên ewil bê pere, 12 mehên mayî jî bê faîz û 3 teqsîtên wekhev pêşkeşê karsazên xwe dikin.

Di bernameya ku me di meha mijdarê da bi hevkarîya Bankaya Cîhanê da destpêkirin de me bi tevahî 12,8 milyar lîre piştgirî da 39 hezar û 680 KOBÎyên li herêma erdhêjê.

Weke ku soz hatibû dayîn em piştgirîya karsazên xwe yên ji ber erdhêjê zirar dîtine didomînin û ji bo vejandina aborîya herêmê gavan diavêjin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.