NÛÇEYÊN KURDÎ

JI MÛÇEYA HERÎ KÊM A 8 HEZAR Û 500 TL RE BERTEK HATIN NÎŞANDAN

Serokomar Tayyîp Erdogan li Beştepeyê di civîna çapemenîyê de mûçeya herî kêm a nû eşkere kir.

JI MÛÇEYA HERÎ KÊM A 8 HEZAR Û 500 TL RE BERTEK HATIN NÎŞANDAN

Serokomar Tayyîp Erdogan li Beştepeyê di civîna çapemenîyê de mûçeya herî kêm a nû eşkere kir.

Wezîrê Xebat û Ewlehîya Civakî Vedat Bîlgîn û Serokê Konfederasyona Sendîkayên Karsazên Tirkîyeyê (TÎSK) Ozgur Burak Akkol beşdarî civînê bûn. Ji Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkîyeyê (TURK-ÎŞ) ku nûnertîya kedkaran dike, beşdarê daxuyanîya çapemenîyê nebûn. Serokomar Erdogan destnîşan kir ku mûçeya herî kêm a nû 8 hezar û 500 TL ye. Li gor agahîya ku ji Serokomarîyê hat dayîn, di sala 2023an da mûçeya herî kêm a brut a ku wê were sepandin 10 hezar û 8 lîre, ya net ku wê têkeve destê karkeran jî 8 hezar û 506 lîre ye.

Li alîyê din ji mûçeya herî kêm a wek 8 hezar û 500 lîre hatîye dîyarkirin re, ji alîyê gelek derdorên sîyasî ve bertek hat nîşandan. Di daxuyanîya serokên partîyên sîyasî, parlementer û aborînasan de, hat gotin ku ev mûçeya ku hatîye eşkere kirin, di demeke kin de wê li ber enflasyonê bihele û ev qeder jî ferzkirina felaketê ye li ser karmendan.

 

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.