NÛÇEYÊN KURDÎ

JI MÛÇEYA HERÎ KÊM A TEQAWÎDAN RE LÊKOLÎNEKE TAYBET

Alîkarê Serokkomar Yilmaz got ku ji bo mûçeya teqawîdan lêkolîneke taybet tê kirin.

JI MÛÇEYA HERÎ KÊM A TEQAWÎDAN RE LÊKOLÎNEKE TAYBET

Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz got ku ji bo mûçeya teqawîdan a herî kêm ku 7 hezar û 500 lîre ye, lêkolîneke taybet tê kirin.

 

Yilmaz dîyar kir ku heke enflasyon ji sedî 65 ku di Bernameya Maweya Navîn (OVP) de tê texmînkirin çêbibe, wê rêjeya memûran nêzê ji sedî 50 bibe.

 

Yilmaz, dîyar kir ku piştê ku enflasyona meha Berfanbarê di meha Çileyê de bê dîyarkirin wê rêjeya zêdebûnê dîyar bibe û wiha got, "Ji ber cudahîya enflasyonê û peymana kolektîf, rêjeya bilindkirina memûran bi 15 puan zêdebûnê nêzê ji sedî 50 bûye. Li gorê enflasyonê wê mûçeya teqawîdên SSK û Bag-Kur jî zêde bibin, lê belê mûçeya vê komê, wê li gor di nîvê duyemîn ê salê de, pirtêr zêde bibe.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.