NÛÇEYÊN KURDÎ

JI MECLÎSA NÛNERA A DYA RE PÊŞNUMEYA ALÎKARÎYÊ YA JI ÎSRAÎL RE

Pêşnûmeqanûnek ku ji bo Îsraîlê pakêteke bi milyar dolaran tê de be, ji alîyê Komarparêzan ve pêşkeşê Meclîsa Nûneran a Amrîkayê hat kirin.

JI MECLÎSA NÛNERA A DYA RE PÊŞNUMEYA ALÎKARÎYÊ YA JI ÎSRAÎL RE

Pêşnûmeqanûnek ku ji bo Îsraîlê pakêteke bi milyar dolaran tê de be, ji alîyê Komarparêzan ve pêşkeşê Meclîsa Nûneran a Amrîkayê hat kirin.

 

 

Komarparêzên Dewletên Yekbûyî yên Amrîkayê (DYA) pêşnûmeya şandina 14,3 mîlyar dolar alîkarîya ji Îsraîlê re ji bo peydakirina pereyên pêwîst bi raya giştî re parve kirin.

Di vê kampanyaya alîkarîyê de tê pêşbînîkirin ku 4 milyar dolar ji bo sîstema berevanîya hewayî ya "Qubbeya Hesinî" û "Qevsika Davûd" ya rejîma dagirker û 1.2 milyar dolar jî ji bo sîstema berevanîya hewayî ya "Tîra hesinî" were terxankirin.

Di heman demê de tê pêşnîyar kirin ku alîkarîya ji fonên ji bo Karûbarê Dahata Navxweyî ya Dewletên Yekbûyî (IRS) were qut kirin. Tê çaverêkirin ku pêşnûme îro li komîteya jêr a Meclîsa Nûneran were gotûbêjkirin.

Hat dîyarkirin ku Qesra Spî li dijî vê pêşnûmeyê ye. Ji alîyê din ve Berdevka Qesra Spî Karine Jean-Pierre di daxuyanîya xwe ya nivîskî de pêşnûmeyê rexne kir. Jean-Pierre anî ziman ku xalên pêşnûme, pêşnûmeya budçeya Qesra Spî xera dike û got, "Sîyasetkirina berjewendîyên neteweyî hewldaneke bêhêvî ye."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.