JI MOTORÎNÊ RE ZEMEK MEZIN YA DIN JÎ TÊ
Li gor çavkanîyên pîşesazîyên petrole, wê 10ê cotmehê roja duşemê lîtreya mazotê bi qasê lîreyek û 39 quruşan zêde dibe.
Mazot duh bi şev bi lîreyek û 53 quruş, şevek berê lîreyek û 38 quruş, 3 roj berê jî lîreyek û 10 quruş zêde bûbû.
Bi vî awayê, lîtreyek mazot di nava hefteyekê de 5 lîre û 40 quruş lê zêde bû. Her wiha hat dîyarkirin ku roja duşemê di nirxê benzînê de guhertinek tûneye.