NÛÇEYÊN KURDÎ

JI NAVÊ ESAT OKTAY KU LI DIBISTANEK HAT DANÎN RE BERKET

Nûnerên partîyên sîyasî, sendîka û rêxistinên sivîl ên Amedê, ji navê Esat Oktay li Îzmîrê ji dibistanek re hatîye danîn re bertek nîşan dan.

JI NAVÊ ESAT OKTAY KU LI DIBISTANEK HAT DANÎN RE BERKET

Navê Esat Oktay Yildiran ê ku di Girtîgeha Amedê de failê êşkenceyan bû, li Îzmîrê ji dibistanek hat danîn re li Amedê bertek hat nîşandan.

 

Nûnerên partîyên sîyasî, sendîka û rêxistinên sivîl bertek nîşan dan û xwestin nav ji holê bê rakirin.

 

Endamê MKYKê yê berê yê AK Partîyê Alaattin Parlak li ser medyaya civakî rexne li vê rewşê girt û wiha got, “Esat Oktay Yildiran bi îşkenceyên xwe yên li Girtîgeha Amedê tê naskirin. Dema ku Wezareta Çandê ji bo ku Girtîgeha Amedê ya ji ber îşkenceyê bibe muzeya şermê dest bi xebatê kir, ne rast bû ku Wezareta Perwerdehîya Neteweyî li Îzmîrê, navê yek ji sûcdar û serkêşên wan îşkenceyan li dibistaneke seretayî bike."

 

Serokê Memur-Sen a Navenda Amedê û Serokê Egîtîm-Bir-Sen a Şaxa hejmar 1 a navenda Amedê Ramazan Tekdemîr; “Divê ev xeletî zû were rastkirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.