NÛÇEYÊN KURDÎ

'JI ÎRAN BÊ CEZA KIRIN DIVÊ MEKANÎZMAYEK JÊPIRSÎNÊ WERE AVA KIRIN’

Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Cewaid Rehman, derbarê "binpêkirinên mafên mirovan" ên hêzên ewlehiya Îranê ku di xwepêşandanan de rû dane de, diyar kir ku divê ji bo lêkolînkirin û jêpirsînê mekanîzmayek were ava kirin.

'JI ÎRAN BÊ CEZA KIRIN DIVÊ MEKANÎZMAYEK JÊPIRSÎNÊ WERE AVA KIRIN’

Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Cewaid Rehman, derbarê "binpêkirinên mafên mirovan" ên hêzên ewlehiya Îranê ku di xwepêşandanan de rû dane de, diyar kir ku divê ji bo lêkolînkirin û jêpirsînê mekanîzmayek were ava kirin. Rehman, di daxuyaniya xwe de xwepêşandanên ku piştî mirina Jîna Emînî meha borî li Tehranê dest pê kiribûn, nirxand û wiha got: “Di vê warê de Jîna Emînî ne yekem jin e ku rûbirûyê encamên hovane dibe û dê nebe ya dawî jî.  Her wiha Rehman diyarkir ku di xwepêşandanên di 16'ê Îlonê de li Rojhilat û li Îranê dest pêkirin de bi tevlê 27 zarokan bi giştî herî kêm 250 kes hatine qetilkirin. Rehman di berdewamiya daxuyaniya xwe de jî wiha got: “Ji bo binpêkirinên mafên mirovan yê li Îranê bêceza nemînin, civaka navneteweyî ji bo ava krina mekanîzmayeke navneteweyî jê mesûl û berpirsyar in.” 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.