NÛÇEYÊN KURDÎ

JI SEDÎ 72 KESAN BAWERÎYA XWE BI AZMÛNÊN OSYM’Ê NAYNE

Li gor anketa Lêkolîna Metropollê sedî 72 kesan bawerîya xwe bi azmûnên OSYM’ê nayne.

JI SEDÎ 72 KESAN BAWERÎYA XWE BI AZMÛNÊN OSYM’Ê NAYNE

Li gor anketa Lêkolîna Metropollê sedî 72 kesan bawerîya xwe bi azmûnên OSYM’ê nayne.

Lêkolîna Metropollê encama anketa Nebza Tirkîyê ya meha tebaxê weşand. Anket di navbera 13-17’ê tebaxê de hate kirin û rêjeya xeletîya anketê wek +/2,32 hat dîyar kirin. Di anketê de pirsa “Gelo hûn bawerîya xwe bi azmûnên OSYM’ê tînin?” hate pirsîn. Yên ku ji vê pirsê re bersivên erênî dan rêjeya wan sedî 22,6, yên ku nerênî bersiv dan sedî 72 kes derketin. Her wiha hate dîyarkirin ku ji alîgirên partîyên sîyasî jî lêkolîn hate kirin û li gor anketan ji AKP’ê sedî 45, ji MHP’ê sedî 61 bawerîya xwe bi azmûnên OSYM’ê naynin.

Hate bibîrxistin ku piştê pirsên azmûna KPSS’ê ji alîyê weşanxaneyekî berîya azmûna OSYM’ê hatibû belavkirin û azmûn betal bûbû, serokê OSYM’ê jî ji wezîfeyê hatibû girtin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.