NÛÇEYÊN KURDÎ

JI SER KOMKUJÎYA ROBOSKÎ 12 SAL DERBAS BÛ! TU KES NEHAT DARIZANDIN Û CEZAKIRIN

Di ser Komkujîya Roboskî re 12 sal derbas bû. Di vê demê de ne berpirsyar hatin eşkerekirin û ne jî kes hatin darizandin.

JI SER KOMKUJÎYA ROBOSKÎ 12 SAL DERBAS BÛ! TU KES NEHAT DARIZANDIN Û CEZAKIRIN

 

Di 28'ê Berfanbara 2011'an de li gundê Roboskî yê navçeya Qileban a Şirnexê di encama bombebarana balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) de 19 jê zarok 34 kes jîyana xwe ji dest dabûn.

34 kesên ku di Komkujîya Roboskî de jîyana xwe ji dest dabûn wê îro li ser gorên wan bên bibîranîn. Tê payîn ku Hevseroka Giştî ya DEM Partîyê Tulay Hatîmogullari, parlementer û serokên baroyên herêman jî beşdarê bernameya bîranînê bibin.

Di nava 12 salên ku di ser re derbas bûn de, berpirsyarên komkujîyê nehatin darizandin, lê malbatên Roboskî hatin binçavkirin, girtin û derbarê wan de doz hatin vekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.