NÛÇEYÊN KURDÎ

JI SEROKATÎYA CHPÊ YA AMEDÊ DAXUYANÎYA ERDHEJ Û HILBIJARTINÊ

Serokatîya Bajarê Amedê ya CHPê derbarê xebatên piştê erdhejê û roja hilbijartinê de daxuyanî da.

JI SEROKATÎYA CHPÊ YA AMEDÊ DAXUYANÎYA ERDHEJ Û HILBIJARTINÊ

Serokatîya Bajarê Amedê ya CHPê derbarê xebatên piştê erdhejê û roja hilbijartinê de daxuyanî da.

Endamê Lijneya Rêveberîya CHP'ê ya Amedê û berpisryarê Medyayê Mahmut Oral daxuyanî xwend û wiha got, “Di 48 saetên ewil de ku saetên herî krîtîk in, li herêmên erdhejê dereng mudaxele hat kirin. Kêmasîya wan bû sedema jîyana bi deh hezaran gelê me. Ya xerabtir jî, rejîma yek kesayetî hewl dide karesatan bike derfet û ji bo xwe rizgar bike jî planên paşxistina hilbijartinan çêdike. Em ji vir û şûnde careke din bi awayekî zelal û eşkere ji gelê xwe re dibêjin; Hilbijartin wê di dema xwe de be. Divê hemû sazîyên dewletê vê rastîyê baş bizanibin. Xalên têkildar ên destûra me dîyar in: Ji bilî şer hilbijartin nayên paşxistin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.