GÜNDEM

JI SEROKATÎYA CHP’Ê YA AMEDÊ RE QEYÛM HAT TAYÎNKIRIN

Ji Serokatîya Navenda Amedê ya CHP'ê re qeyûm hat tayînkirin.

JI SEROKATÎYA CHP’Ê YA AMEDÊ RE QEYÛM HAT TAYÎNKIRIN

Ji Serokatîya Navenda Amedê ya CHP'ê re qeyûm hat tayînkirin.

Di çarçoveya biryara Dadgeha Cezayê Sulhê ya 9’emîn a Enqereyê de Gonul Ozel û rêveberîya wî ji Serokatîya Bajêra Amedê ya CHP’ê hatin dûrxistin û dileva wan re qeyûm hat tayînkirin. Ji bo Serokatîya CHP’ê re komîteyeke demkî ya ku ji 6 kesan pêk tê, hat tayînkirin. Seroka CHP'ê ya Amedê Gonûl Ozel ku ji wezîfeyê hat dûrxistin, di derbarê mijarê de daxuyanî da û wiha got; “Nûçeya ku qeyûm hatîye tayînkirin derketîye, erê rast e. Lê serlêdan vekirî ye û navend li cem min e. Serokên navçeyan ên ku min wan ji wezîfeyê girtin, ji bo ku wan bibin kongreya awarte îmze berhev kirin. Dema navendê biryara kongreyê negirt, birin dadgehê û dadgeh jî biryara xwe da. Biryara dadgehê nayê wê wateyê ku em ê kare xwe nekin. Rêxistina me wê xebatên xwe bidomîne û em ê vê biryarê bibin dadgeha îstînafê. Niha em nûnerê qanûnî yê vê derê ne.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.