NÛÇEYÊN KURDÎ

JI SITARGEHA HEYWANAN BIRYARA SEKNANDINA PÊKANÎNÊ HAT DAYÎN

Hate dîyarkirin ku ji bo sitargeha Heywanan a li Pîrînçlîka Amedê hatîye çêkirin, ti biryara hilweşandinê tine, tenê biryara seknandina pêkanînê hatîye dayîn

JI SITARGEHA HEYWANAN BIRYARA SEKNANDINA PÊKANÎNÊ HAT DAYÎN

Hat ragihandin ku di doza ku xwedîyê erd li dijî Sitargeha Heywanan a Şaredarîya Kayapinarê ya li herêma Pîrînçlîkê ya li ser rêya Rihayê hatîye çêkirin de, biryara hilweşandinê nehatîye dayîn, biryara seknandina pêkanînê hatîye dayîn.

 

Ev Sedema biryarê jî avahî bi qaçaxî li ser erda ku ji bo qada zevîyê hatîye veqetandin hatîye çêkirin ev biryar hatîye girtin.

 

Rayedarên Şaredarîya Kayapinarê dîyar kirin ku bi vê biryarê segên ku bi pereyên gel tên çêkirin û xizmetê bidin gel, wê pêvajoya xwedîkirin, rehabîlîtasyon û aşîkirina kûçikan dereng bikeve.

 

Rayedaran dîyar kirin ku qada ku Sitargeha Heywanan lê tê çêkirin, qadeke ji bo zevî pejirandin e û wiha got:

"Li gorê qanûna avakirinê, şaredarî dikarin qadên girtî ku ji sedî 3yê qadên zevî dernakeve, ava bikin û Şaredarîya Kayapinarê ev mafê xwe bikar anî.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.