NÛÇEYÊN KURDÎ

JI TANRIKÛLÛ DERBARÊ PERWERDEHÎYA BI HATÛÇÛNÊ DE PIRSNAME

Derbarê pirsgirêkên perwerdehîya bi hatûçûnê yên li navçeya Pîranê de ji Meclîsê re pirsnameyek hat pêşkêşkirin.

JI TANRIKÛLÛ DERBARÊ PERWERDEHÎYA BI HATÛÇÛNÊ DE PIRSNAME

Parlamenterê CHP a Amedê Sezgîn Tanrikûlû, derbarê kêmasî û pirsgirêkên perwerdehîya bi hatûçûnê ya li navçeya Pîran a Amedê de, pirsnameyek pêşkeşê Meclîsê kir û xwest ku Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn bi nivîskî bersivê bide.

Tanrikûlû di hincetkirina pirsa Meclîsê de dîyar kir ku li gundên Ûzûmlû, Meydan, Sergenli, Kaygisiz, Karagomû û Dedeyê serwîsên ku ji bo xwendekaran tên veqetandin her sal di 15 rojên ewil ên destpêkirina perwerdeyê û 15 rojên berîya ku dibistan bên girtin de xwendekaran nagirin û naçin.

Tanrikûlû dîyar kir ku her çend ev rewş di tabloyê de hatibe nişandan jî di rastîyê xizmet nayê dayîn û ev gelek caran di nûçeyan de jî hatîye parverkirin. Tanrikûlû, di pirsanameya xwe de wiha pirsî; “Li gel ku welatîyan serî li sazîyên pêwendîdar dane jî sedema ku gavên pêwîst nehatine avêtin çi ye?

Derbarê barkirina pir a xwendekaran li serwîsan de kontrolên pêwîst têne kirin?

Ma îdîayên ku ajokarên bê lîsans tên xebitandin rast in? Eger îdîayên ku behsa wan tê kirin rast bin, wê çi tedbîrên qanûnî bên kirin? Ji bo ku serwîsên korsan di perwerdehîya bi hatûçûnê de nexebitin wê çi tedbîrên qanûnî werin girtin?”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.