NÛÇEYÊN KURDÎ

JI WALÎTÎYA ÊLIHÊ HÎŞYARÎYA DENGÊ TEQÎNA DOÇKAYÊ

Walîtîya Êlihê derbarê dengê teqîna bilind a ji ber guleyên Doçkayê ku wê di 10ê Cotmehê de bê kirin de hîşyarî da welatîyan.

JI WALÎTÎYA ÊLIHÊ HÎŞYARÎYA DENGÊ TEQÎNA DOÇKAYÊ

Walîtîya Êlihê derbarê dengê teqîna bilind a ji ber guleyên Doçkayê ku wê di 10ê Cotmehê de bê kirin de hîşyarî da welatîyan.

 

Di daxuyanîya ku ji alîyê Walîtîya Êlihê ve hat dayîn de hat dîyarkirin ku wê di 10ê Cotmehê saet di navbera 10:00-14:00an de li 14emîn Fermandariya Baregeha Sîstemên Balafirên Bêmirov (ÎUS) dibe ku dengê teqîna mezin biqewime û hîşyarî hat dayîn.

 

Di daxuyanîya Walîtîyê de wiha hat gotin: "Fermandarîya Tabura Doçka ya 14'emîn Fermandarîya Baregeha ÎUS'ê ya Êlihê wê 10'ê Cotmeha 2023'an roja sêşemê saet di navbera 10:00 û 14:00'an de bi guleyên manevraya L-70 biavêje. Dibe ku di saetên dîyarkirî de ji ber gulereşandinê dengê teqîneke xurt derkeve. Bi kerema xwe re welatîyên me ji ber vê yekê baldar bin û netirsin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.