NÛÇEYÊN KURDÎ

JI WELATÎYÊN ASTENGDAR RE DI KIRÎNA BÊYÎ OTV DE SÎNOREK NÛ

Ji bo welatîyên astengdar bêyî OTV kirîna siwareyê sînorê jorîn a sala 2024an 587 hezar lîre zêde bû.

JI WELATÎYÊN ASTENGDAR RE DI KIRÎNA BÊYÎ OTV DE SÎNOREK NÛ

Sînorê jorîn a sala 2024'an ji bo welatîyên astengdar ên ji bo kirîna siwareyên nû yên bêyî OTV hat dîyarkirin.

 

Piştê ku Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) daneyên li gorê rêjeya ji nû ve nirxandinê ji sedî 58,46 eşkere kir, mîqdarên MTV û sînorê jor ê kirîna siwareya nû ya bêyî OTV hat dîyarkirin.

Di çarçoveya rayeya Serokkomarîyê da rêjeya zêdekirina MTVyê ya herî kêm di sala 2024an da wê ji sedî 11,69 û ya herî zêde jî ji sedî 87,69 bê dîyarkirin. Li gorê vê ji bo siwareya nû re MTV a herî kêm 3 hezar û 359 lîre be, di sala 2024'an de ji bo welatîyên astengdar siwareyên nû yên bêyî OTV'ê bikirin wê 587 hezar lîre zêde bibe.

Bi vî awayê sînorê jorîn ku îsal 1 milyon û 4 hezar û 200 TL berdewam dike, ji 1ê Çileya 2024an pê ve ji sedî 58,46 zêde dibe û dibe milyonek û 591 hezar û 255 TL.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.