NÛÇEYÊN KURDÎ

JI WEZÎR BÎLGÎN JI BO EYT Û PEYMANDANÎYAN DAXUYANÎYA QEDROYÊ

Wezîrê Ewlehîya Civakî û Xebatê Vedat Bîlgîn piştê civîna kabîneyê daxuyanî da.

JI WEZÎR BÎLGÎN JI BO EYT Û PEYMANDANÎYAN DAXUYANÎYA QEDROYÊ

Wezîrê Ewlehîya Civakî û Xebatê Vedat Bîlgîn piştê civîna kabîneyê daxuyanî da.

Di daxuyanîyê de derbarê ji bo yên ku di teqawîtê de astengîya temenê (EYT) dijîn û ji bo personelên peymandanî bi awayekî qedro li dewletê werin îstîhdamkirin agahî da û wiha axivî: “Em dikin xebatên xwe yên derbarê EYT û personelên peymandanîyan temam bikin. Dema Meclîs vebe em ê dosyeya personelên bipeyman pêşkêş bikin. Her wiha em mijara personelan jî çareser dikin, bi mijarê re têkildar em ê di rojên pêş de we agahdar bikin. Ji bo mijara EYT’ê jî em li ser formulekî tenê dixebitin lê ev yek hê bi encam nebûye. Pêşbînîya me ew e wê di meha berfanbarê de ji nû ve de were rojevê. Digel van yekan derbarê karkerên taşeronan de jî xebatekî me heye. Piştê ku xebata me ya li ser personelên bipeyman temam bibe em ê li ser wê mijarê jî xebatek bidin destpêkirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.