NÛÇEYÊN KURDÎ

JI ZÎRAATÊ DERBARÊ DEYNÊ DEMÎRORENÊ DE BERSIVA EWIL A FERMÎ

Demîroren Holdîng a ku ji bo kirîna Dogan Medya Groupê di sala 2018an de 895 milyon dolar deynê kredîya ku ji Bankaya Ziraatê wergirtibû, heta niha tenê ji sedî 3,2yê wî daye.

Li gor nûçeya Eray Gorgulu yê ji T24ê, Bankaya Ziraatê ku heta niha bi hinceta "sirra bazirganiyê" daxuyanî nedaye, di derbarê deynê ku bi mîqdara nûavakirinê re ji 1 milyar dolarî derbas dibe, daxuyaniyeke fermî da. Ev daxuyanî, derbarê deynê Demiroren Holdîngê de, daxuyanîya fermî ya cara ewil e.

Gerînendeyê Giştî yê Bankeya Ziraatê Alpaslan Çakar, pirsa Alîkarê CHPê yê Îzmîrê Atîla Sertel, bi nivîskî bersivand û diyar kir ku heta niha bi tevahî 586 milyon û 221 hezar û 750 Lîre, ji şirketê hatiye standin.

Deynê Demîroren Holdingê bi rêjeya îro gihişte 17 milyar Lîre, lê belê şîrketê tenê ji sedî 3,2 deynê xwe yê bankê da.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.