GÜNDEM

JINÊN AMEDÎ BI DUÇERXAN ÇALAKÎ PÊK ANÎN

Jinên Amedî ji bo hişyarîya kêmbûyîna trafîkê û bêsiwarebûyînê di roja ‘Bajarên bêyî siwareyan’ da bangawazîya kesên ku duçerxan bikartînin kirin.

JINÊN AMEDÎ BI DUÇERXAN ÇALAKÎ PÊK ANÎN

Jinên Amedî ji bo hişyarîya kêmbûyîna trafîkê û bêsiwarebûyînê di roja ‘Bajarên bêyî siwareyan’ da bangawazîya kesên ku duçerxan bikartînin kirin. Bangawazîya jinan li Parka Rojava pişte nîvro destpêkir. Jinên ku xwe bi navê ‘Jinên bi sûs’ pênase dikin hem amadekariyên xwe ên çalakî dikin hem jî sûs a dev û çavên xwe pêk dianîyan. Jinên ku ji bo çalakîyê kom bibûn gelek balkêş bûn. Di navbera wan da kesên ku 33 sal berê ji Behrareş hatibûn Amedê û ji wê demê heta niha li Amedê dijîn jî hebûn. Jinên ji bajarê Trabzonê ê Behrareş nêrînên xwe wisan anîn ziman:

33 SALE LI VÊ BAJARÊ DIJÎM

Şule Cevîz:  “Ez 33 sale li vê bajarê dijîm. Kesên ku tên Amedê êdî ji Amedê dûrnamînin. Çalakîyên civakî li Amedê gelek in. Ji ber wê em gelek kêfxweş in ku li vê bajarê dijîn. “

EZ AMEDÎ ME

 Merve Cevîz: “Ez jî 23 sale li vê bajarê dijîm. Raste dê û bavê min ji Behrareş in lê ez li vê bajarê ji dayîk bûme. Yanî ez jî Amedî me. Ez ji vê bajarê gelek hez dikim. Mirovên ku li vê bajarê dijîn gelek însanên baş in, dilgerm in û ez ji wan hezdikim. “

JI BO AZADÎYA JINAN

Jinên ku ji Amedê ne çalakîya xwe ji bo azadîya jinan pênase dikin. Kesên ku bi cilên Kurdî beşdarê çalakîyê bibûn jî hebûn. Banga jinên Kurdan jî rizgarîya jinan bû. Hêzên ewlehîyê derdorê çalakîyê dorpêç kiribûn û bi rêvebirê çalakîyê re hevdîtinan jî kirin. Her çiqas çalakîya jinan bi destûr be jî polêsan pankartên wan kontrol kirin.  Piştê kontrolan çalakîya jînan bi daxûyanîyê destpêkir.

Jinên ku bi duçerxan li nav Amedê gerîyan bi parastina hêzên ewlehîyê ên trafîkê çalakîya xwe pêk anîn. Di dema çalakîyê da rê ji bo wan hat girtin. Kesên ku ji çalakîyê haydar nebûn, digotin qey bûyerek trafîkê çêbûye.

Piştê ku çalakvanên jin gihîştên qada Şêx Saîd, li wê qadê jî bi duçerxan çalakîya xwe bi lîlandinan berdewam kirin. Di dema çalakîya wan de hinek komên oldarî jî çalakîyek cûda pêk anîn. Hêzên ewlehîyê xwestin ku çalakîya xwe bi dawî bînin lê jinan gotin ku emê li vê qadê govenda xwe jî pêk bînin û piştê govendê emê belav bibin.

Çalakîya Jinên bi Sûs bi dirûşmeyan û lîlandinan bi dawî bû.

 

Ferat Mehmetoglu

Amed

 

 

 

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.