NÛÇEYÊN KURDÎ

JINÊN KU RASTÎ TUNDÎYÊ TÊN PIRSGIRÊKA BIKARANÎNA ZIMANÊ DAYIKÊ DIJÎN

Komeleya Dema Jinan Rapora Fealîyetê ya Navenda Şêwirîna Jinan a 6 mehan weşand.

JINÊN KU RASTÎ TUNDÎYÊ TÊN PIRSGIRÊKA BIKARANÎNA ZIMANÊ DAYIKÊ DIJÎN

Komeleya Dema Jinan Rapora Fealîyetê ya Navenda Şêwirîna Jinan a 6 mehan weşand.

Rapora ku di navbera 1’ê Sibat û 31’ê Tîrmeha 2022’yan de hatîye amedekirin hate destnîşankirin ku jinên ku bi tundîyê re rû bi rû mane û mala xwe cih de hiştine, piştgirîya aborî distînin lê ev piştgirîya aborîyê ji bo karibin debara xwe bikin gelek kêm e. Her wiha hate dîyar kirin, jinên ku serî li komeleyê dane piranîya ji wan zimanê wan ê zikmakî bi Kurdî ye. Bi vê agahîyê re têkildar hate dîyar kirin ku ji bo jinên ku zimanê wan ê zikmakî Kurdî ye xeteka ku derbarê tundîya li dijî jinan de piştgirîyê bidin tune ye. Jinên ku bi Kurdî diaxivin li qereqol, dozgerî û dadgehan nikarin biaxivin û ji xizmeta wergêrê jî nikarin fêde bistînin. Li gor raporê jinên ku serî li komeleyê dane sedî 47.6 ji wan ji bo piştgirîya derûnî, 23.8 hiqûqî, sedî 4.8  civakî, sedî 14.3 ji bo li wan xwedî derketinê û sedî 9.5 jî ji bo piştgirîya aborîyê daxwaz kirine.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.