NÛÇEYÊN KURDÎ

JINA 72 SALÎ JI ALÎYÊ HEVJÎNÊ WÊ VE BI ÇEK HAT KUŞTIN

Li Mûşê jinek bi destê hevjînê xwe ve bi çek hat kuştin.

JINA 72 SALÎ JI ALÎYÊ HEVJÎNÊ WÊ VE BI ÇEK HAT KUŞTIN

Li Mûşê jinek bi destê hevjînê xwe ve bi çek hat kuştin.

Li gor zanyarîyan, di navbera jina bi navê H.G. yê 72 salî û hevjînê wê K.G. yê 92 salî de, ji ber sedemek ne dîyar nîqaş derketîye û K.G. bi çek gûle bera H.G. daye. Piştê ku cîranan dengê çek bihîstin, bi gilîyên wan ekîbên polîs û tenduristîyê sewqê cihê bûyerê hatin kirin. Ekîbên tenduristîyê dîyarkirin ku H.G. jîyana xwe ji dest daye. Cenazeyê jinê ji bo otopsîyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.

Ji alîyê din ve nehat zanîn ku êrîşkar K.G. hatîye girtin yan na. Ekîbên polîsan ji bo ku K.G. bê girtin di derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.