NÛÇEYÊN KURDÎ

JINA CIWAN PIŞTÊ 2 HEFTEYA QEZAYÊ JÎYANA XWE JI DEST DA

Jina ciwan a ku di qezaya trafîkê ya hefteya borî ya li navçeya Eglê pêk hat de birîndar bû, piştê du hefteyan jîyana xwe ji dest da.

JINA CIWAN PIŞTÊ 2 HEFTEYA QEZAYÊ JÎYANA XWE JI DEST DA

Jina ciwan a ku di qezaya trafîkê ya hefteya borî ya li navçeya Eglê pêk hat de birîndar bû, piştê du hefteyan jîyana xwe ji dest da.

Li Eglê 22ê Cotmehê danê êvarê siwareyên ku Erkan K. Û Îbrahîm Y. diajotin li hev qelibîn. Di qezayê de Erkan K. û birayê wî Mehmet K. û Îbrahîm Y., Aydin Y., Dîlan K. û Helîn Çîçek ên ku di siwareyan de bûn, birîndar bûn.

Helîn Çîçek û Dîlan K. ku rewşa wan giran bû, rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Hêlîn Çîçek piştê 14 rojan tevê hemû midaxeleya bijîjkan jîyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Çîçek piştê otopsîya li Sazîya Tip a Edlî ya Amedê hat kirin, li Goristana Asrî ya Yenîkoy a navçeya Baglarê hat definkirin. Dermankirina Dîlan K. û Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.