NÛÇEYÊN KURDÎ

JINA KU DI PÊVAJOYA TELAQ BERDANÊ DE BÛ RASTÊ ÊRÎŞA HEVSERÊ XWE HAT

Li Amedê jineke di pêvajoya telaq berdanê de bû rastî êrîşa zilamê ku pê re zewicî bû hat. Bûyer li navçeya Yenîşehîrê li taxa Kooperatiflerê pêk hat.

JINA KU DI PÊVAJOYA TELAQ BERDANÊ DE BÛ RASTÊ ÊRÎŞA HEVSERÊ XWE HAT

Li Amedê jineke di pêvajoya telaq berdanê de bû rastî êrîşa zilamê ku pê re zewicî bû hat. Bûyer li navçeya Yenîşehîrê li taxa Kooperatiflerê pêk hat. Li gorî agahîyên hatine bidestxistin, A.Myê ku digel biryara qedexeya jêdûrxistinê hebû jî çû mala hevjîna xwe G.M ya ku di pêvajoya hevdûberdanê de ne û rûyê xwe û gelek cihên laşê wê birîndar kir û ji cîhê bûyerê revîya. Jina ku ji alîyê hevserê xwe ve rastî tundîyê hat û birîndar bû ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê. Ekîbên polêsan ji bo girtina êrîşkar dest bi xebatê kirin. Li alîyê din ji ber ku bûyer di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundîya li Ser Jinê de pêkhat bû sedema bertekên sazîyên jinan û gelek sazîyên sivîl.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.