NÛÇEYÊN KURDÎ

JINA KU DI QEZAYA TRÊNÊ DE BIRÎNDAR BÛ ÎRO REHMET KIR

Jina ku 11 roj berê li Amedê di qezaya trênê de bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jîyana xwe ji dest da.

JINA KU DI QEZAYA TRÊNÊ DE BIRÎNDAR BÛ ÎRO REHMET KIR

Jina ku 11 roj berê li Amedê di qezaya trênê de bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jîyana xwe ji dest da.

Di qezaya ku di 27ê Mijdarê de li navçeya Baglarê, li Kolana Mervanî ya Bagivarê pêk hat de, trêna barhilgir li ser rêya trenê li siwareyek qelibî.

Reyhan Bayram a ku di qezayê de birîndar bû û li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin, îro tevê midaxaleya bijîjkan jî jîyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Reyhan Bayram piştê otopsîyê li Sazîya Tiba Edlî ji alîyê xizmên wê ve hat wergirtin û li Taxa Tanoglu ya navçeya Sûrê hat definkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.