NÛÇEYÊN KURDÎ

JINAN JI PERWERDEYA QURSAN WEK TERAPÎYÊ SÛD WERDIGIRIN

Jinên li navçeya Çêrmûgê bi perwerdeya ku dibînin ji wan re hem dibe wek terapî û hem jî bi firotina berhemên ku çêdikin, tevkarîyê li aborîya malbata xwe dikin.

JINAN JI PERWERDEYA QURSAN WEK TERAPÎYÊ SÛD WERDIGIRIN

Jinên di navbera 15 û 80 salî yên ku diçin Navenda Piştevanîya Malbatê ya navçeya Çêrmûg a Amedê, ji qursên curbecur ên wekê dirûtin-qûçkirin, hunera destan, spor, Quran, xwendin û nivîsandinê sûd werdigirin.

Jin bi îmkanên ku di qursan de fêr bûne dikarin kincên xwe bidirûn û hunerên destan çêkin. Jinên ku îmkana wan heye ku berhemên ku bi destên xwe çêdikin bifroşin, di warê aborî de jî tevkarîya malbatên xwe dikin. 

Her wiha dayîkên ku zarokên xwe datînin pola lîstokê, hem di civakbûna zarokên xwe de hem jî dorhêla wan a civakî berfireh dikin.

 

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.