NÛÇEYÊN KURDÎ

JINAN PEYKÊRE KU JI ELIYÊ KAYYUM HATIBU RAKIRIN DİSA DANİN

Peykerê jinê ku bi talîmata şaredarê berê yê Şaredariya Baglarê Huseyîn Beyoglu bi hinceta "Em nimêjê dikin" hat rakirin, ji aliyê rêveberiya DEM'ê ve li baxçeyê şaredariyê hat lêkirin.

JINAN PEYKÊRE KU JI  ELIYÊ KAYYUM  HATIBU RAKIRIN DİSA DANİN

Rêveberiya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de şaredarî bi dest xist, îro dîsa peyker danîn.

Piştre daxuyanî hat dayîn. Hevşaredara Baglarê Leyla Ayaz û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad beşdarî daxuyaniyê bûn.

Hevşaredar Leyla Ayaz bi bîr xist ku peyker ji aliyê hevşaredarê berê Yuksel Baran ve diyarî jinan hatiye kirin. Ayaz got, "Rêveberiya AKP'ê peykerê 'Em dixwazin li vir nimêj bikin, peykerê jinê heye, guneh e' rakir. Bi vî rengî nîşan dan ku destketiyên jinan dagir kirine."

Ayaz destnîşan kir ku ji bo bidestxistina destkeftiyên jinan ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.