NÛÇEYÊN KURDÎ

JINEK DIN LI DÎLOKÊ HATE QETILKIRIN!

Kesê ku li Dîlokê bi çek gule bera hevsera xwe da û wê kuşt hat binçavkirin.

JINEK DIN LI DÎLOKÊ HATE QETILKIRIN!

 

Kesê ku li Dîlokê bi çek gule bera hevsera xwe da û wê kuşt hat binçavkirin.

 

Di bûyera ku li Taxa Yedîtepe ya Navçeya Şahînbeya Dîlokê pêk hat de di dema nîqaşa Eyûb Turan Karabag (34) û hevjîna wî Bahar Karabag (31) de dengê çekê hat bihîstin.

 

Piştê xebera cîranan ekîbên polês û tenduristîyê sewqê cîhê bûyerê hatin kirin û tesbîtkirin ku Bahar Karabag mirîye. Mêrê gumanbarê kuştinê ku piştê bûyerê hat binçavkirin, di îfadeya xwe ya ewil a li emnîyetê da îdîa kir ku dema çeka xwe paqij dikir çek bi şaşî teqîya ye û ev bûyer pêk hatîye.

 

Cenazeyê Karabag piştê otopsîyê radestê xizmên wê hat kirin. Hat hînbûn ku 2 zarokên Bahar û Eyûb Turan Karabag hene.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.