NÛÇEYÊN KURDÎ

KÊMASÎYA BAZIRGANÎYA DERVE DI SALEK DE JI SEDÎ 421 ZÊDE BÛ

Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) Endeksa Bawerî ya Aborî û Bazirganîya Derve ya Mijdara 2022an eşkere kir.

KÊMASÎYA BAZIRGANÎYA DERVE DI SALEK DE JI SEDÎ 421 ZÊDE BÛ

Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) Endeksa Bawerî ya Aborî û Bazirganîya Derve ya Mijdara 2022an eşkere kir. Endeksa bawerî ya aborîyê di meha cotmehê da 97,1 bû, di meha mijdarê da ji sedî 0,2 kêm bû û derket 96,9an.

Li gor daneyên "bazirganiya derve" ya ku TUÎKê bi hevkariya Wezareta Bazirganiyê ra weşand, li gor pergala bazirganiya giştî di meha cotmehê da îxracat ji sedî 3,0 û îthalat jî ji sedî 31,4 zêde bû.

Di meha cotmehê da kêmasiya bazirganiya derva li gor heman meha par ji sedî 421,7 zêde bû û ji milyarek û 509 milyon dolarî derket 7 milyar û 874 milyon dolarî. Di Cotmeha 2021'an de rêjeya hinardekirina bi îthalatê ji sedî 93,2 bû, di Cotmeha 2022'an de daket ji sedî 73,0.

Di heyama Çile-Cotmehê da kêmasiya bazirganiya derva ji sedî 168,3 zêde bû û ji 33 milyar û 933 milyon dolarî derket 91 milyar û 49 milyon dolarî.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.