NÛÇEYÊN KURDÎ

KABÎNE DICIVE: ROJEV, WERASTKIRINA ABORÎ Û ŞARPE YA JINAN E

Civîna lijneya wezîran wê îro di bin serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de bê lidarxistin.

KABÎNE DICIVE: ROJEV, WERASTKIRINA ABORÎ Û ŞARPE YA JINAN E

Civîna lijneya wezîran wê îro di bin serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de bê lidarxistin. Tê hêvî kirin ku mijara sereke ya civîna ku li Beştepeyê bê lidarxistin, aborî be. Di vê çerçoveyê de wê tekoşîna li dijî enflasyonê di rêza yekem de cih bigire. Li gor tê hêvî kirin encamên tedbîrên di têkoşîna li dijî enflasyonê de hatine girtin bên nirxandin. Tê texmînkirin ku para refahê ya ku tê plankirin ji xeynî zêdekirina di serê salê de ji bo karker, memûr û kesên teqawidbûyî bê dayîn jî wê bikeve rojevê. Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag der barê pêşnûmeya guhertina makeqanûnê ya der barê hîcab û por nuxumandina jinan de hevdîtinên xwe yên bi mûxalefetê re pêşkêş bike. Şerê Rûsya û Ûkraynayê û operasyona korîdora genim di nav mijarên ku muhtemelen li ser maseyê de bin in. Piştî hevdîtinê, Serokomar Erdogan wê bi daxuyanîyekê encamên hevdîtinê ji gel re ragihîn e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.