GÜNDEM

KABÎNE ÎRO DICIVE, ROJEVA SEREKE ZÊDEKIRINA MÛÇEYA MEMÛRAN E

Civîna lijneya wezîran wê îro di bin serokatîya Serokomar Erdogan de bi rojeva sereke ya zêdekirina mûçeya memûran pêk were.

KABÎNE ÎRO DICIVE, ROJEVA SEREKE ZÊDEKIRINA MÛÇEYA MEMÛRAN E

Civîna lijneya wezîran wê îro di bin serokatîya Serokomar Erdogan de bi rojeva sereke ya zêdekirina mûçeya memûran pêk were.

Rewşa herî dawî ya muzakereyên peymana komî, ku tê de mafên aborî û civakî yên bi mîlyonan karmend û memûrên teqawîtbûyî wê bên dîyarkirin, rageşîya hêzên Komara Tirk a Bakurê Qibrisê û hêzên Neteweyên Yekbûyî yên li giravê.

Di civînê de telefona bê bac ji ciwanan re û nexşerêya 3 salan a aborîyê dê were rojevê.

Ji alîyê din ve, tê çaverêkirin ku civata wezîran rewşa dawî ya şerê Rûsya û Ukrayna û pêngavên di derbarê vejandina korîdora genim de ku Rûsya bi awayekê yekalî jê vekişîya, were avêtin. Hevdîtina Serokomar Erdogan a bi hevtayê xwe yê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ku biryar e dawîya vê mehê were kirin jî, wê were gotûbêjkirin. Piştê civînê Erdogan wê derbarê biryarên di civînê de hatine wergirtin de daxuyanîyekê bide.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.