NÛÇEYÊN KURDÎ

KABÎNE WÊ ÎRO BICIVE: MIJARA SEREKE WÊ MÛÇEYÊN TEQAWÎDAN BE

Kabîneya Serokkomarîyê wê îro di saet 15:00an de bi serokatîya Erdogan ve bi mijara serek ya mûçeya teqawîdan û pirsgirêkên aborî ve bicive.

KABÎNE WÊ ÎRO BICIVE: MIJARA SEREKE WÊ MÛÇEYÊN TEQAWÎDAN BE

Tê payîn ku îro saet di 15:00 de Civîna Kabîneya Serokkomarîyê di serî de li ser mijara aborîyê bicive.

 

Rojeva sereke ya civînê Wê zêdekirina mûçeyên teqawîdan be. Di heman demê de tê payîn ku derbarê mûçeya teqawîdan a herî kêm de jî rêzikname bên çêkirin.

 

Tê payîn ku tedbîrên din ên ku ji bo têkoşîna li dijî buhabûnê werin girtin, bêne vekolîn kirin.

 

Pêvajoya endamtîya Swêdê ya NATOyê jî wê weke rojeva din a girîng were nîqaşkirin.

 

Her wiha êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazeyê, gavên dîplomatîk ên Tirkîyeyê yên ji bo agirbestê û ji bo çareserîyeke mayînde çi dikare bê kirin jî wê bên axaftin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.