NÛÇEYÊN KURDÎ

KABÎNEYA SERDEMA NÛ SIBÊ CIVÎNA XWE YA EWIL LIDARDIXE

Recep Tayyîp Erdoganê ku piştê hilbijartinên 28ê Gulanê careke din wek Serokkomar hat hilbijartin, du roj berê kabîneya xwe ya nû eşkere kiribû.

KABÎNEYA SERDEMA NÛ SIBÊ CIVÎNA XWE YA EWIL LIDARDIXE

Recep Tayyîp Erdoganê ku piştê hilbijartinên 28ê Gulanê careke din wek Serokkomar hat hilbijartin, du roj berê kabîneya xwe ya nû eşkere kiribû.

Endamên nû yên kabîneyê, erka xwe ji wezîrên berê girtin û dest bi kar kirin. Do merasîmên radestkirina 8 wezîran pêk hat. Wê îro merasîmên radestkirina 7 wezîran bên kirin. Serokomar Erdogan wê 6ê Hezîranê (sibê) roja sêşemê bi Wezîrên nû ra bicive. Di yekemîn civîna civata wezîran de tê çaverêkirin ku nexşerêya ya serdema nû bi taybetî aborî û şerê dijî terorê were gotûbêj kirin. Wekî din, tê payîn ku mijarên wekî xebatkarên taşeron, îqametên li herêma erdhejê, teqawidbûna jinên malê, telefonên bê bac û deynên zewacê yên bê faîz ku wek sozên hilbijartinê tên ragihandin, wê di civînê de bên rojevê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.