NÛÇEYÊN KURDÎ

KABÎNEYA SEROKKOMARÎYÊ WÊ ÎRO BICIVE

Lijneya Wezîran a Serokkomarîyê piştê navbereke bi qasê 3 hefteyan wê îro bicive.

KABÎNEYA SEROKKOMARÎYÊ WÊ ÎRO BICIVE

Lijneya Wezîran a Serokkomarîyê piştê navbereke bi qasê 3 hefteyan wê îro bicive.

Rojeva sereke ya civîna ku wê bi serokatîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bê kirin, wê têkoşîna li dijî enflasyonê, rêziknameya teqawidîyê û piştgirîya bê bac a telefona destan a ji bo ciwanan be.

Mijareke din a ku di civînê de wê were gotûbêjkirin jî, mehane 10 GB înterneta bêpere û piştgirîya telefona desta û kompîturê ya bê bac ji bo xwendekarên xwendina bilind be. Di civîna lijneya wezîran de geşedanên dawî yên li herêma erdhêjê jî wê bên nirxandin. Tê payîn ku Erdogan piştê civîna lijneya wezîran daxuyanîyekê bide.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.