NÛÇEYÊN KURDÎ

KABÎNEYA SEROKKOMARÎYÊ WÊ ÎRO CIVÎNÊ LI DAR BIXE

Kabîneya Serokkomarîyê piştê navbera du hefteyan wê li Beştepe’yê civînê li dar bixin. Civîn wê di bin serokatîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de were li darxistin û polîtîkayên der û hundur wê were gotûbêj kirin.

Yek ji mijarên sereke yên sîyaseta derve wê serdana Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a Tirkîyê be. Di civînê de geşedanên li Başûrê Kafkasyayê û pêvajoya asayîkirina navbera Azerbaycan û Ermenîstanê jî wê bên rojevê.

Her wiha mijara Peymana Genimê Behra Reş jî, wê bên nîqaşkirin. Geşedanên dawî yên di warê aborî û têkoşîna li dijî terorê de jî wê di nav mijarên Kabîneya Serokkomarîyê de bin.

Tê payîn ku piştî hevdîtinê Serokkomar Erdogan daxuyanîyekê bide.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.