NÛÇEYÊN KURDÎ

KABÎNEYA SEROKOMARÎYÊ BI ROJEVA ENFLASYON Û ABORÎYÊ DICIVE

Civîna kabîneya serokomarîyê wê îro bi giranî li ser zêdekirina mûçe û aborîyê were lidarxistin.

KABÎNEYA SEROKOMARÎYÊ BI ROJEVA ENFLASYON Û ABORÎYÊ DICIVE

Civîna kabîneya serokomarîyê wê îro bi giranî li ser zêdekirina mûçe û aborîyê were lidarxistin.

Rojeva sereke ya civîna ku endamên kabîneya nû wê cara duyemîn bicivin, wê aborî be.

Tê payîn ku di navberê de zêdekirina mûçeya herî kêm û lêkolînên li ser herêma erdhejê jî wê bên nîqaşkirin. Di civîna lijneya wezîran de geşedanên di sîyaseta hundir û derve de wê bên nirxandin.

Li hemberê enflasyon û bihayên giran gavên ku divê bên avêtin wê bên nîqaşkirin. Têkoşîna li dijî terorê û geşedanên di polîtîkaya derve de jî, wê di rojeva kabîneyê de bin. Serokomar Erdogan piştê civîna lijneya wezîran wê bi xeberdana xwe ya ji gel ra biryarên ku hatine girtin eşkere bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.